Nûnerê taybet ê Iraqê Mark Savaya li Hewlêrê ye

Nûnerê Serokê DYE’yê Donald Trump ê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya gihişte bajarê Hewlêrê.

Li gorî di medyayê de hatî belavkirin, Nûnerê Emerîka yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya gihişte bajarê Hewlêrê.

Beriya gihiştinê Mark Savaya ragihandibû ku wê peyama serokê Emerîkayê ji bo serokatiyên Iraqê taybet li ser mijara sînordarkirina çekan di destê dewletê de, wê ragihîne.

Ev serdana Savaya yekem serdane ku piştî wergirtina postê Nûnerê Emerîka yê Kar û Barên Iraqê ya di meha Cotmehê de ye.